Balyozxaneya Amerîka ya li Abû Dhabî hisyarî da welatiyên xwe yên li Îmaratê
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya li Abû Dhabî, di derbarê êrîşên moşekî yan jî dronan, bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên xwe yên li Îmaratê.
Li gor daxuyaniya îro ya Balyozxaneya Amerîkayê li ser malpera xwe ya fermî belav kir: “Hin rapor diyar dikin, dibe ku îro 9ê Sibata 2022an êrîşeke moşekî yan jî bi dronan li ser Abû Dhabî bê kirin.”
Herwiha hat eşkerekirin: “Balyozxane şîret li welatiyên Amerîkî dike ku demildest rêkarên ewlehiyê bigirin û di dema êrîşan de hişyar bimînin.”
Di hefteyên borî de, tevgera Hûsiyên Yemenê gelek caran paytexta Îmarat Abû Dhabî bi moşekên balîstîk û dronan armanc kiribû û di êrîşa 17ê meha borî de, 3 kes hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin