Balyozxaneya Amerîkayê êrîsa Hewlêrê sermezar kir

17 July 2019 20:12 0 dîtin
Balyozxaneya Amerîkayê êrîsa Hewlêrê sermezar kir

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir û da xuyakirin ku Amerîka piştgiriya parastina dîplomatên biyanî li Iraqê dike.

Balyozxaneya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand: “Wîlayetên Yekgirtî êrîşa kirêt a li ser endamên Konsulxaneya Tirkiyê şermezar dike û em bi wan re hevxem in.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em piştgiriyê li parastina ewlehiya dîplomatên biyanî li Iraqê dikin.”

Îro çarşemê restoraneke nêzîkî avahiya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê êrîşek bi ser karmendên konsûlxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê de hat kirin ku cîgirekî konsûlê Tirkiyê û du kesên din hatin kuştin.

Ji Asayîşa Hewlêrê daxuyaniya êrîşê: Em rê nadin aramî û ewlehî were têkdan

Ji Tirkiyê daxuyaniyên êrîşa Hewlêrê: Wê bersiv bê dayîn!

Li Hewlêrê êrîşa restoranê | Reuters: Herî kêm 3 dîplomatên tirk hatin kuştin