Balyozxaneya Amerîkayê êrîsa kustina sêxê ereb sermezar kir
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li Sûriyê, êrîşa çekdarî ya li ser şêxên eşîra Egîdat li Dêrazorê şermezar kir.
Du roj berê otombîla şêxên eşîra Egîdat li nêzîkî bajarokê Hewayic li rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û di wê êrîşê de şêx Emteşir El Hemûd Cedan ligel ajokarê otombîlê hatibûn kuştin û şêx Îbrahîm Xelîl El Hivil jî birîndar bûbû.
Balyozxaneya Amerîka li Şamê bi daxuyaniyekê serxweşî li şêxên eşîra Egîdat kir û ew êrîşa çekdarî şermezar kir.
Balyozxaneya Amerîkî diyar kir, kuştina sivîlan nayê qebûlkirin û ev kiryarên wiha rêgiriyê li dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gor biryara Neteweyên Yekbûyî ya jimar 2254 dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin