Balyozxaneya Brîtanyayê daxuyaniyek li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Johnson belav kir
PeyamaKurd – Balyozxaneya Brîtanya li Hewlêrê li ser hevdîtin û civîna Serokê Herêma Kurdistanê ya bi Serokwezîrê Brîtanyayê re, daxuyaniyek belav kir û diyar kir, her du alî hemraman bûn li ser bihêzkirina pêwendiyên Qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanya û gelê Kurd û tevahiyê Iraqê.
Balyozxaneya Brîtanya li Hewlêrê, îro daxuyaniyek rojnamevanî belav kir da zanîn, Serokwezîr Boris Johnson li gel Serokê Herêma Kurdistan – Iraq Nêçîrvan Barzanî civiya ye.
Herwiha Balyozxaneya Brîtanyayê destnîşan kir: ‘‘Her du alî hemraman bûn li ser bihêzkirina pêwendiyên Qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanya li gel gelê Kurd û tevahiyê Iraqê. Hat gotin, pêwendiyên kûr û dîrokî yên di navbera her du aliyan de hene û her du rêveber jî rijdbûna xwe ya ji bo pêşxistina wan pêwendiyan teqez kirin û bi taybet jî di warên wek bazirganî û hilberînê de.’’
Herwiha eşkere kir, Serokwezîrê Brîtanya û Serokê Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Afganîstanê guftûgo kirine û her du aliyan amaje bi girîngiya rêgirtina li metisiya terorîstî ya ji wî welatî ve kirine.
Hejmarek pirsên din ên Herêma Kurdistanê di civînê de hatine gotûbêjkirin û Serokwezîr pêwîst zaniye ku divê Îran vegere pêbendiyên rêkeftina atomî. Serokwezîrê Brîtanya, pêşwazî li wan pêngavên ku Iraqê ji bo kêmkirina derketina karbon û piştevaniya Brîtanya dane ber xwe kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin