Banka Cîhanî: Sektora petrolê ya Iraqê ji ber sizayên ser kompaniyên Rûsî ziyanê dibîne
PeyamaKurd – Banka Cîhanî bi raportekê da zanîn, sektora petrolê ya Iraqê ji ber sizayên ser kompaniyên Rûsî ziyanê dibîne.
Li gor raporta Banka Cîhanî, kompaniyên petrolê yên Rûsyayê ku li Iraqê kar dikin, ji ber sizayan ziyanê digihînin sektora petrolê ya Iraqê.
Di raportê de hatiye eşkerekirin, bilindbûna bihayê petrolê, bandora xerab li ser aboriya Iraqê dike.
Banka Cîhanî di berdewamiyê de destnîşan kiriye, dibe ku Iraq bilez bike ji bo cîbicîkirina çaksazî û girîngîdana sektorên bankî û saziyên darayî.
Herî dawî Banka Cîhanî tekezî li ser hemecûrkirina dahatê kiriye, ev jî ji bo bihêzkirina aboriya Iraqê, da ku pişta xwe tenê bi dahata petrolê ve girê nedin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin