Banka Navendî ya Tirkiyeyê, pistî 27 mehan faîz zêde kir!
PeyamaKurd- Banka Nevendî ya Tirkiyeyê, piştî 27 mehan rêjeya faîzê zêde kir û bi zêdekirina faîzê re daketina nirxê Lîreyê Tirk, rekoreke nû tomar kir.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Banka Navendî ya Tirkiyeyê biryara xwe ya di derbarê zêdekirina faîzê de eşkere kir û hat ragihandin ku rêjeya faîzê ji %8.5an ji bo ji %15an hat zêdekirin.
Her wiha hat dîtin ku piştî bilindkirina rêjeya faîzê, nirxê Lîreyê Tirk li hember dolarê Amerîkî kêm bû û ev yek ji aliyê aborînasan ve wekî rekorek hat pênasekirin.
Piştî ragihandina faîzê, borsaya Tirkiyeyê nîşan da ku buhayê dolarek, li hember Lîreyê Tirk ji %2.28 zêde bû û gihîşt 24.1677 lîreyan. Her wiha buhayê Euroyek jî gihîşt 26.5456 lîreyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin