Rêvebirên Banka Navendî ya Tirkiyeyê, ji kar hatin derxistin
PeyamaKurd- Li gorî agahiya ku di rojameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat ragihandin, Cîgirên Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Emrah Şener, Taha Çakmak û Mustafa Duman ji kar hatin derxistin.
Biryara tayînkirinê ya bi destnîşana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan hat dayîn, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî biryarê, Cîgirên Seroka Banka Navendî Emrah Şener, Taha Çakmak û Mustafa Duman bi biryarnameya Serokomariyê ji erkê hatin girtin.
Hat diyarkirin ku di dewsa kesên ji kar hatin derxistin de Osman Cevdet Akçay, Fatîh Karahan û Hatîce Karahan wekî cîgirên serokên banka navendî hatin erkdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin