Banka Navendî ya Tirkiyeyê 818 milyar zerarê ragihand
PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihand ku wê di 2023an de 818 milyar lîre zerar kiriye.
Bankê ragihand ku nirxê 'qelemên din' ên ku heta niha nehatine rasteqînkirin wek 817,8 milyar lîra sekinandin
Li gor daneyên Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê bîlançoya 2023an zirara ku pêk hatiye 818,2 milyar lîra ye.
Ev herdû qelemên zerarê; ji ber pozîsyonên vekirî yên pareyên biyanî û dana ferqa pereguhertinan pêk hatine
Qezenc û zerara salane ya 10 salên dawî ya Banka Navendî wiha ye:
* 2013 +5,0 milyar TL
* 2014 +8,6 milyar TL
* 2015 +13,8 milyar TL
* 2016 +9,5 milyar TL
* 2017 +18,3 milyar TL
* 2018 +56,2 milyar TL
* 2019 +44,7 milyar TL
* 2020 +44,7 milyar TL
*2021 *3 +57,5 milyar TL
* 2022 +72,0 milyar TL
* 2023 -818,2 milyar TL

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin