Heyiyên Banka Navendî ya Tirkiyê hatin ragihandin
PeyamaKurd- Banka navendî ya Tirkiyê heyiyên xwe yên giştî aşkera kir. Dolarên bankayê hefteya borî 237 mîlyon dolar kêm bû û daket 101 mîyar û 481 mîlyon dolarî.
Li gor rêjeyên pere û bankayê ya navendî (TCMB) ku heftane ye, di hefteya ku di 20 ê tîrmehê de qediya, rezervên bankayê yên ne safî bi zêdebûna 15 mîlyon dolarî bû 78 mîlyar û 549 mîlyon dolar. Di hefteya ku di 13 ê tîrmehê de diqediya, ev rêje 78 mîlyar û 534 mîlyon dolar bû.
Heyiyên zêra bi daketina 252 mîlyon dolarî, ji 23 mîlyar û 184 mîlyon dolarî daket 22 mîlyar û 932 mîlyon dolarî.
Bi van rêjeyan heyiyên bankayê bi giştî di hefteya borî de bi qiyas hefteya berya wê 237 mîlyon dolar kêm bûye û daketiye 101 mîlyar û 481 mîlyon dolarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin