Baregeha Barzanî: Îsal merasîm li ser Goristana Nemiran nayê lidarxistin
PeyamaKurd – Derbarê merasîma bîranînê li ser Goristana Nemiran de, Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ji ber vîrusa Koronayê û parastina tenduristiya welatiyan, îsal merasîm nayê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, îsal ji ber vîrusa Koronayê û parastina welatiyan, tu merasîm li ser Goristana Nemiran nayê lidarxistin.
Herwiha Baregeha Barzanî, spasiya xelkê Kurdistanê kir û hêviya selametî û tenduristiyê ji wan re xwest.
Her sal di meha Adarê de, ji seranserê Kurdistanê û cîhanê, Kurd diçin ziyareta Goristana Nemiran li Barzan û peymana xwe bi rêbaza Kurdî û Barzaniyê Nemir re dubare dikin.
Li Goristana Nemiran, Mela Mistefa Barzanî û kurê wî yê mezin Îdrîs Mistefa Barzanî di ebediyetê de nivistîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin