Baregeha Barzanî: Îsal merasima koçkirin û ji dayîkbûna Barzaniyê nemir nayê kirin
PeyamaKurd-Li gor ragihandina KDP.info yê; îsal bi sedema vîrûsa coronayê, di çarçoveya tedbîran de, wê merasima ji dayîkbûn û koçkirina Barzaniyê nemir neyên kirin. Di vê mijarê de daxuyaniya Baregeha Barzanî weha ye:
“Bi sedema wê rewşa taybeta piştî belavbûna virusa Corona li navçeyê û welatên derdora Iraqê û hinek cihên cîhanê hatine holê û bi navê parastina tendirustiya giştî ya xelkê, me pê başe ku îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û jidayikbûna cenabê Barzaniyê Nemir neyên encamdan.
Ji bilî spasiyên me yên ji bo hest û soza cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê, lê belê tendirustiya hemwelatiyan li hemû tiştekê girîngtire.
Baregeha Barzanî
26.02.2020”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin