Baregeha Barzanî salvegera 75an a PDKê û rojbûna Serok Barzanî bi peyamekê pîroz kir
PeyamaKurd - Baregeha Barzan bi helkefta 16ê Tebaxê 75 saliya damezirandina PDKê û jidayîkbûna Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Baregeha Barzanî di peyama pîrozbahiyê de her du helkeftên salvegera damezrandina PDKê û rojbûna Serok Barzanî; li Serok Barzanî û endam, alîgir û kadroyên PDKê, xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya hêzên ewlehiyê pîroz kir.
Di peyamê de hat gotin, "Em hêvîdar in ev yada mezin bibe wesîleya xêr û xweşiya zêde bo Herêma Kurdistanê û bibe hevîna yekrêzî û hevkariya zêdetir di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin