Bexda | Baregeha PDKê ya rastî êrîsê hatibû bi fermana Serok Barzanî hat hilwesandin

29 March 2022 15:25 0 dîtin
Bexda | Baregeha PDKê ya rastî êrîsê hatibû bi fermana Serok Barzanî hat hilwesandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) weke nerazîbûneke li hember hêzên ewlekariya Iraqê ku baregeh neparastine, baregeha xwe ya li Bexdayê ya du roj berê rastî êrîşa milîsên Heşda Şeibî hatibû hilweşand.

Hat diyarkirin ku biryara hilweşandina baregehê bi fermana Serok Mesûd Barzanî bûye û îro Sêşemê jî bi maşîneyên kar avahiya baregeha PDKê ya li Bexdayê hatiye hilweşandin.

Ew ofîsba PDKê ya li Bexdayê, ji sala 2014an heta niha gelek caran rastî êrîşan hatiye û PDKê jî wekî helwesteke nerazîbûna neparastina wê avahiya baregeha xwe hilweşand.