Baregeha Rûsî ya li Sûriyê rastî êrîsê hat
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku baregeha Himêmîm a li gundewarê Cebilê yê beravên Sûriyê ya Rûsî rastî êrîşekê hatiye û sîstema parastina esmanî bersiva wê êrîşê daye.
Li gorî ragihandina SOHRê li herêma baregeha Himêmîm a Rûsyayê ya li gundewarên Cebilê ya li beravên Sûriyê, dengê teqînan hatiye bîstin.
SOHRê daye xuyakirin ku ev deng ji ber bersivdana sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê ya li hemberî êrîşên li dijî baregehê ye.
Derbarê êrîşê de ti agahîyên zelal nehatine belavkirin û nayê zanîn bê êrîşeke çawa pêk hatiye yan jî moşek li hundirê baregehê ketine ya na.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin