Xwepêsanderên Hesda Seibî li Bexdayê baregeha PDKê sewitandin
PeyamaKurd - Li Bexdayê endam û alîgirên Heşda Şebî îro êrîşî baregeha Liqa 5an a PDKê li Bexdayê kirin, baregeh û ala Kurdistanê ya li ser baregehê şewitandin.
Li gor Berpirsê Liqê 5an a PDKê li Bexdayê Şiwan Mihemed Teha ragihand, ji do ve hêzên ewlekariyê yên Iraqê li pêşiya avahiya wan rawestiya ne û qaşo tedbîrên ewlekariyê wergirtine da ku tu êrîş ji aliyê xwepêşanderan ve neyê kirin.
Şiwan Mihemed Teha diyar dike bi hatina xwepêşanderan bo pêşiya baregeha liqa 5an a PDKê, hêzên ewlekariyê rûbirûyê wan nebû ne û hiştine ku derbasî nava wê baregehê bibin.
Teha da zanîn: ‘‘Ew xwepêşander axaftinên endamekî polîtbûroya PDKê di derbarê Heşda Şeibî de weke hecet nîşan didin û lê vê xwepêşandanê bi awayekî fermî li ser navê tu aliyekê nakin.”
Ew berpirsê Liqa 5an a PDKê li Bexdayê dibêje, hêzên ewlekariyê yên Iraqê tenê li xwepêşanderan dinêrin û tu hewlekê nadin ku xwepêşanderan belav bikin.
Şiwan Mihemed Teha diyar dike, ev du roj e aliyên peywendîdar ên Iraqê hatine agahdarkirin ku dê hewleke wiha bê dayîn, lewra weke endam û kadroyên PDKê ew li nava wê baregehê nemane, lê ziyaneke mezin gihîştiye baregeha wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin