Li Bexdayê li baregeha Hesda Seibî teqîn

26 July 2020 21:01 0 dîtin
Li Bexdayê li baregeha Hesda Seibî teqîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro berêvarê li Baregeha Sakar a Leşkerî ku li herêma Seyîdiye ya başûrê Bexdayê ye teqîn çêbû.

Li gorî çavkaniyên xwecihî beriya teqînê balafireke Amerîkî li herêmê xuya bûye ku tê gotin, li wê baregehê hêzên Heşda Şeibî yên girêdayî Îranê hebûn.

Derbarê teqînê de Tora Ragihandina Ewlehiya Iraqê piştrast kir ku 2 teqîn li baregeha Sakar çêbûne, lê belê zêdetir agahî nedan.

Li gorî îdiayan teqîn li cebilxaneya baregehê pêk hatine.

Hat ragihandin ku gelek tîmên ewlehiyê û hawarçûnê bo cihê bûyerê hatine veguhestin.