Baroya Diyarbekirê doz li Yenîsafakê vekir: Xwedîderketina nasname û zimanê kurdî...

27 July 2021 18:41 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê doz li Yenîsafakê vekir: Xwedîderketina nasname û zimanê kurdî...

PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê li ser manşeta 23yê Tîrmehê ya rojnameya Yenîşafak a tirkî gilî li dozgeriya komarê kir. Baro ya Diyarbekirê di gilînameyê de got, xwedîderketina li ziman û nasnameya kurdî xwedî derketina parastina mafê mirovan û hiqûqê ye. 

Piştî ku baroyên 15 bajarên bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş li dijî êrîşên nijadperestî yên li Enqere, Afyon û Konyayê bi ser malbatên kurd de şermezar kirin, rojnameya YenîŞafakê ew 15 baro hedef nîşan dabûn û bi manşeteke nijadperestî ya berevajîkirina wan êrîşên ser kurdan derketibû.

Baroya Diyarbekirê derbarê Yenî Şafakê de li Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê gilî kir û xwest derbarê faîlan de doz were vekirin.

Baroyê da zanîn ku wê rojnameyê bi zimanê nefretê yê sorkirina xelkê û dijminatîyê bikar aniye ku hewl daye bandorê li ser darizandina adilane bike.