Baroya Diyarbekirê ji bo betalkirina baca zêde li Dadgeha Bilind doz vekir
PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê ji bo betalkirina baca zêde û zamên vê dawiyê yên hikûmeta Tirkiyeyê li ser her cûre xurek û berheman doz vekir.
Baroya Diyarbekirê ragihand ku wan ji bo ku betalkirina bacên zêde û zamên dawî yên hatine sepandin, serî li Dadgeha Şewrê ya Bilind daye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî Baca Wesayîtên Taybet hat zêdekirin û ev yek di rojnameya fermî de hat weşandin wan jî gaveke hiquqî avêt û serîladan kir û da zanîn, madeya 12. a yasaya nû ya zêdekirina bacê ne li gorî hêmana baca qanûnî ye û divê were betalkirin.
Baroyê daye xuyakirin ku yasaya hatiye derxistin li dijî madeya destûrê ya 73emîn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin