Baroya Sirnexê kampanya Komkujiya Daristanê lidarxist

19 July 2022 22:39 0 dîtin
Baroya Sirnexê kampanya Komkujiya Daristanê lidarxist

PeyamaKurd – Baroya bajarê Şirnexê di ser hesabê xwe yê medya civakî de, li dijî birîna darên deverê kampanya “Komkujiya Daristanê” lidarxist. Baro bangeka weha kir:

“Li Şirnexê 2 sale seha daristanên me tên talankirin. Tevî me gelek caran seredanên fermî kiriye jî, bê navber qetlîama daran dewam dike û her diçe zêdetir dibe. Ji bo em karibin dengê xwe bêhtir bilind bikin, ji niha û pê de em bang dikin ku herkes destekê bide me.”

Serokê Baroyê Rojhat Dilsiz jî ragihand ku li Şirnexê komkujiya xwezayê dewam dike û bêdeniya li ser mijarê tê vateya hevkariya qetlîma daristanê. Bila herkes bibihîze.