Baroya Sirnexê li "Qanûna Sansurê" ya Tirkiyê: Divê ji vê xeletiyê vegerin
PeyamaKurd – Baroya Şirnexê daxuyaniyek li ser qanûna sansurê da û ragihand, divê ji vê xeletiyê vegerin.
Li Tirkiyê pêşnûmeya ku di raya giştî de wekî "Qanûna Sansurê" tê binavkirin û di parlamentoyê de 40 maddeyên wê bi dengên desthilata AKPê û MHPê hat qebûlkirin.
Baroya Şirnexê di derbarê wê de bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî qebûlkirina qanûna sansurê da.
Herwiha Baroyê destnîşan kir, ger ev qanûn bê pêkanîn wê azadiya ramanê li Tirkiyeyê bi temamî ji holê rabe û got: “Em bi fikar in ku bi qebûlkirina qanûnê re 'sûcdarên fikrî' û binpêkirina mafê azadiya ramanê zêdetir bibin. Ji ber vê sedemê em weke Baroya Şirnexê di wê baweriyê de ne ku ji bo aştiya raya giştî neyê xerakirin divê ji vê xeletiyê vegerin. Heger weke ku Alfanso Reyes gotiye; 'Mirov nikare stranên azadiyê bi diranên çîçandî bibêje.'”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin