Tirkiyê li Sirnexê kustina leskerekî xwe ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di operasyoneke li herêma Çiyayê Cûdî li dijî PKKê tê meşandin de, leşkerekî wan hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de hatiye eşkere kirin, di operasyona Eren-Abluka 5 a li herêma Çiyayê Cûdî li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê de, leşkerê bi navê Îsmaîl Can di pevçûneke PKKê de bi giranî birîndar bûye û piştre li nexweşxaneyê can daye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku leşkerê bi navê Çavuş Çakici jî bi sivikî birîndar bûye û du PKKyî jî hatine bêbandorkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin