Baroya Tirkiyê: Baweriya bi darazê di asta herî kêm de ye
PeyamaKurd – Serokê Baroya Tirkiyê (TBB) ya parêzeran Erdinç Sağkan ragihand ku li Tirkiyê pirsgirêka darazê heye û weha got:
“Mixabin baweriya bi darazê di dîroka komara Tirkiyê ya hûqûqê de, di vê dewrê de, di asta herî kêm de ye. Em nikarin sûcê bavêjin ser siyaseteê û beşa îddîayê û biryarê û em bi vî awayî nikarin jê xelas bibin.”
Sağkan, ragihandina xwe li bajarê Maraşê di bernama parêzerên stajyer ya perwerdê de kir. Sağkan got ku Tirkiye di krîzeka giran ya darazê de ye. Serokê TBB yê got ku di demên dawiyê de, biryarên dadgehan tên niqaş kirin û weha got:
“Pirsgirêka mezin ya Tirkiyê ya darazê heye. Dema em îro lê dinêrin, tenê li 2 hefteyên dawiyê binêrin, tenê li meha dawiyê binêrin, em di televîzyonan de bê bisekinin dibînin ku li ser biryarên darazê axaftin tên kirin. Di ser biryarekî darazê de, kesekî ku wê karibe bibe namzedê serokkomariyê an nebe, gelek munaqeşe tên kirin.
An em dibînin ku dema em ji peymanekî navdewletî dertên, tê niqaş kirin bê wê daraz jê re bêje raweste an na. Ji van tiştan tev serbixwe û cuda, ji baweriya siyasî jî cuda, ez bawerim hun jî dizanin, dema em niha derên kuçe û kolanan û di kolanê de em ji 10 kesan bipirsin û bêjin; ‘hun li welat bi darazê bawerin?’. Mixabin daraz di asta herî nizm ya dîroka komarê de ye. Nabe tenê em sûc bixin aliyê beşa siyasetê, ji darazê bixin aliyê sê lingên wê îddîa û beşa biryarê. Em nikarin xwe weha jê rizgar bikin. Eger di vî welatê de pirsgirêka darazê hebe, divê em jî berpisiyariyê bigrin ser xwe. Wê wextê em ê karibin ji bo sererastkirina sîstema darazê gav bavêjin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin