Baroyên Bakurê Kurdistanê bang li dê û bavan kirin: Ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin!

13 January 2022 19:33 0 dîtin
Baroyên Bakurê Kurdistanê bang li dê û bavan kirin: Ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin!

PeyamaKurd – Baroyên parêzeran ên bajarên Bakurê Kurdistanê jî beşdarî kampanyaya hilbijartina dersên bijarte yên kurmancî/zazakî bûn û bang li dêûbavan kirin ku heta 21ê Çileyê 2022yan serlêdana dersên kurdî yên bijarte ji bo zarokên xwe bikin.

Di bangewaziya baroyên Mêrdîn, Diyarbekir, Wan, Şirnex, Batman û Rihayê de, hatiye diyarkirin ku mafê perwerdeya ziman mafekî gerdunî yê mirovan e û bi kurmancî hatiye gotin: “Berî her kesî heqê dê û bavan e ku perwerdeya zarokên xwe hilbijêrin.

JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA PIŞAFTINÊ BANGA ME BO DÊ Û BAVAN: DERSÊN KURMANCÎ/ZAZAKÎ BO ZAROKÊN XWE HILBIJÊRIN

Herwiha heman bangewazî bi zazakî jî hatiye kirin:

“Her kesî ra ver heqê maye û pîyan o ke perwerdeyê gedeyanê xo weçînê. SEBA KE MA HEMVERÊ ASÎMÎLASYONÎ VEJÎYÊ MAYE Û PÎYAN RÊ VENGDAYÎŞÊ MA YO: SEBA DOMANANÊ XO SEY DERSA WEÇÎNITENE KURMANCKÎ/ZAZAKÎ WEÇÎNÊN”