Barzanî: Biryara dadgehê îhlala mafê qanûnî yê Herêma Kurdistanêye

09 March 2022 23:52 0 dîtin
Barzanî: Biryara dadgehê îhlala mafê qanûnî yê Herêma Kurdistanêye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serkonsulê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller û heyeta pêre ya wezareta karên derve ya Amerîkayê qebûl kir. Mesrûr Barzanî rexne li biryara dadgehê ya Federal ya Bexdayê ya di derbarê peymanên firotina xaz û petrolê kir û ragihand ku ji bo mijar çareser bibe, ew amade ne ku di rêya diyalog û qanûn de mijarê çareser bikin.

Di heyeta Amerîka de fermandarê koalisyona navdewletî yê Iraq û Sûriyê John Brinan, nûnera wezareta karên derve yê Amerîkayê ku ji Iraq û Îranê berpirse Jennifer Givitto, Levant û yê ji angajmana Sûriyê berpirs cîgirê musteşar ku ji Rojhilata Nêz berpirse Ethan A. Goldrich, nûnerê taybet yê Amerîkayê ku ji Sûriyê berpirse Matthew Pearl û serkonsolosê Amerîkayê yê Hewlêrê Robert Palladino hebûn.

Her dû teref li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, Sûriye û pêşdeçûnên herêmê axifîn. Mijara herî girîng biryara dadgeha federal ya Iraqê ku firotina xaz û petrolê ji aliyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de qedexe kiriye, bû. Mesrûr Barzanî got ku biryara dadgehê xizmetê ji hemwelatiyên Iraqê re, ji hûzûr, aramî û ewlehiyê re nake, Kurdistan amade ye di rêya diyalog û qanûnan de mijarê çareser bikin.

Heyeta Amerîkayê ragihand ku wê destekê bide dewama îstîqrara siyasî û darayî ya Herêma Kurdistanê. Di hevdîtinê de behsa êrîşên IŞİD ê û desteka Pêşmerge hat kirin.