Batman | Peykerê helbestvanê Kurd Cegerxwîn ji 'Parka Kîne Em' rakirin û birin

21 June 2022 18:12 0 dîtin
Batman | Peykerê helbestvanê Kurd Cegerxwîn ji 'Parka Kîne Em' rakirin û birin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn ku li Parka Kîne Em a Batmanê sala 2017an hatibû danîn, bi awayekî bi guman ji cihê xwe hatiye rakirin.

Li ser bûyerê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Batmanê îro 21ê Hezîranê daxuyaniyek da û nerazîbûna xwe nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên van tiştan dikin armanca wan ew e bajar, nasname, nirx, ziman û dîroka gelê Kurd ji nav bibin û van nirxan ji bîra gelê Kurd derxin.

HDP ya Batmanê bang li qeyûmê ku li şûna şaredarê hilbijartinê hatiye danîn kir demildest peyker dîsa li cihê xwe bê danîn û heger ji aliyê hinekan ve hatibe birin jî divê qeyûm yekî din çêbike û li cihê wî deyne.