Pahtina nanê tendûrê li bakûrê Kurdistanê û bi taybetî li Batmanê dewam dike
PeyamaKurd – Pahtina nanê tenûrê (tendûrê) di çanda Kurdistanê de kiryarekî belaveye ku li gelek deverên Kurdistanê nanê tendûrê bi gelek cûreyan tê pahtin.
Hemwelatiyên Kurdistanê yên ku dev ji nanê tenûrê berdabûn û nanê firûnê dixwarin, car din dadgerin ser adetên xwe yên berê.
Li bajarê Batmanê bi taybetî li taxên kenarê bajêr nanê tenûrê tê pahtin û li nav taxan gelek tenûr hene. Gelek caran şaredariyên Kurdistanê teşwîqê didin tenûran da ji ortê ranebin û ew çand wenda nebe.
Hem gelek malbat hene ku îdara xwe ji firotina nanê tenûrê dikin. Bihayê nanê tenûrê bi taybetî li Batmanê di bin bihayê nanê firûnê de ye. Tama nanê tendûrê, lezeta wê, temenê parastina nan û ji ber ji aliyê tenduristiyê ve baştire, di nav xelkê de tê qebûlkirin. Hem nanê tenûrê mirov têr dike.
Xelkê Batmanê gelek caran di nav baxçê xwe de tenûra xwe datîne û bixwaze tenê ji bo pêdiviya malê, eger bixwaze ji bo firotinê dikare nanê tenûrê bipêje.
Nanpêj, her weha dikarin nanê xwe bifroşin marketan û bişînin derveyê bajêr jî. Carna nanfiroşên nane tenûrê ji xwe re ciyan destnîşan dikin, xelk pê dihise ku ciyên nafiroşan li ku derê ye û xelk ji wan ciyan nanê tenûrê dikire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin