Belçîka dixwaze perwerdehiya F-16an bide wî welatî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Belçîkayê de hatin ragihandin, Belçîka plansaziyê dike ku pîlotên Ukraynayê ji bo bikaranîna balafirên şer ên F-16 perwerde bike.
Di nûçeyan de hat diyarkirin ku piştî Fransa û Brîtanyayê, Belçîka jî ragihand ku ew ê pîlotên Ukraynayî, ji bo bikaranîna van balafirên şer perwerde bikin.
Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo, meha borî bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re axiviye.
Her wiha hat zanîn ku hikûmeta Belçîkayê dê li ser organîzekirina perwerdehiyan bi welatên din ên Rojava re bişêwire.
Ukrayna ev demeke dirêj e ji welatên rojava dixwaze ku balafirên şer bidin. Tevî ku çekên giran ên wekî tanq, top û wesayitên zirxî ji Ukraynayê re hatine şandin jî ji aliyê welatên rojavayî ve heta niha tu biryarek ji bo dayîna balafirên şer nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin