Belcîkayê 22 welatiyên xwe yên DAISê ji Rojavayê Kurdistanê vegerand
PeyamaKurd – Ajansa France Pressê diyar kir, Belcîkayê 22 welatiyên xwe yên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vegerand welatê xwe.
Li gor ajansa “France Press” da zanîn, Belcîkayê bi balafireke Wezareta Berevaniyê 16 zarok û 6 dayikên endamên malbatên DAIŞê bûn û welatiyên Belcîkî ne, ji kampeke li Rojavayê Kurdistanê vegeriya welatê xwe.
Hat zanîn, Serdozgeriya Federal a Belçîkayê li Brukselê di civîna çapemeniyê de wê agahiyên berfirehtir eşkere bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin