Bendava Nova Kaxovka ya li herêma Khirsonê ya di bin kontrola Rûsyayê de hat teqandin

06 June 2023 12:36 0 dîtin
Bendava Nova Kaxovka ya li herêma Khirsonê ya di bin kontrola Rûsyayê de hat teqandin

PeyamaKurd Îro danê vê sibehê, bendava Nova Kaxovka ya li herêma Khirsonê ya di bin kontrola Rûsyayê de ye, hat teqandin.

Li gor Fermandariya Başûrê Ukraynayê li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir, hêzên Rûsyayê bendava Nova Kaxovka teqandine.

Herwiha da zanîn: “Rêjeya ziyanan, leza avê û deverên ku dibe bikevin bin lehiyê, têne destnîşankirin.”

Ajansa “Tass” a Rûsî li ser zarê çavkaniyê destnîşan kir, îşev aram bû û ti êrişên asmanî ji aliyê Rûsyayê ve li ser bendavê Nova Kaxovka tune bûn.

Tass ji ser zarê şaredarê Nova Kaxovka yê ku ji aliyê Moskoyê ve hatiye danîn destnîşan kir, di encama bombebaranê de beşa jorîn a bendavê hilweşiyaye.

Herwiha li ser zarê dezgehên hawarhatinê eşkere kirin, dibe ku nêzîkî 80 komelgehên niştecihbûnê ji ber hilweşandina vê bendavê, ziyanê bibînin.

Lê Tass vegeriya û got, ji ber hilweşîna bendava Nova Kakhovka ti metirsiyeke li ser santrala nukleerî ya Zaporizhia tune ye.

Bendava Nova Kakhovka di serdema Sovyetê de hatiye çêkirin û li ser sînorê herêma Khirson a li başûrê Ukraynayê ye.

Parêzgarê Khirson Oleksandr Prokudin diyar kir, destpêkirina valakirina deverên nêzîkî herêma Kakhovka ragihand û da zanîn, di nava 5 saetan de wê asta avê bigihê asteke krîtîk.

Di yekem helwesta Kîevê de, Rêveberê Ofîsa Serokatiyê da zanîn, hilweşandina bendava Nova Kakhovka “tawaneke şer a nû ye ji aliyê terorîstên Rûsî ve”.

Herwiha hat ragihandin, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser bandora teqîna bendava Nova Kakhovka, civîneke awarte birêve dibe.