Katalin Novak vegeriya welatê xwe û pesnê Herêma Kurdistanê da

11 December 2022 12:03
Katalin Novak vegeriya welatê xwe û pesnê Herêma Kurdistanê da

PeyamaKurd – Serokomara Macaristanê Katalin Novak, piştî serdana xwe ya Herêma Kurdistanê vegeriya welatê xwe û çend peyam derbarê serdana xwe de li ser medya civakî belav kirin.

Katalin Novak di peyamên xwe de, pesnê pêşketin û çanda pêkvejiyan û aştiyê ya Herêma Kurdistanê da û got: “Em Macarî mirovên çalakiyan e. Li ku derê pêdivî hebe em li wir in. Em pê gelekî serbilind in ku me li Hewlêrê Dibistana Navnetewî ya Meltho vekir. Meltho ronî ye.”

Seroka Macaristanê herwiha got ku ew bi keçên Êzidî re jî hatiye ba hev û got, “Dema min ew nas kirin, dilê min êşiya, lê di heman demê de ez pê bextewar bûm ku rola jinan heye û vê dibînim.”

Novan diyar kir ku piştî hevdîtinên fermî ew çûye Teleskofê û wênarkarî û hovîtiya DAIŞê ya 2014an bi çavê xwe dîtiye û da zanîn ku Macaristan ji bo ji nû ve avadankirina avaniyan û kilîseyan rola xwe bicih tîne.