"Berbijêrê Tifaqa Milet ê ji bo hilbijartinê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglû ye"

07 March 2023 10:42 0 dîtin
"Berbijêrê Tifaqa Milet ê ji bo hilbijartinê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglû ye"

PeyamaKurd – Tifaqa Milet, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû weke berbijêrê serokomariyê ragihandin.

Bi mazûvaniya Partiya Saadetê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû û Seroka IYI Partiyê Meral Akşener civiyan.

Piştî civînê serkirdeyên partiyan li ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya Saadetê derketin pêşberî girseya ku kom bûye.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu axivî û da zanîn, berbijêrê Tifaqa Milet ê ji bo hilbijartinê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglû ye.

Karamollaoglû eşkere kir: “Helbet rojên ku em tê de dijîn rojên bi êş in. Rehma Xwedê li hemû xwişk û birayên me yên ku jiyana xwe ji dest dane be. Ji birîndarên me re şîfayê dixwazim. Li gelek bajaran hema bêje avahiyên li ser pêyan nemane. Rehma Xwedê li miriyan be. Hûn dizanin çima em îro li vir kom bûne. Hewa hinekî sar e. Erka min e ku biryara me di encama van hevdîtinan de daye ragihînim. Birêz Kemal Kiliçdaroglu serokomarê me ye. Di vê erkê de ji wî re serketinê dixwazim.”

Piştî Karamollaoglu, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû axivî û got: “Gelek sipasîya we dikim. Yûnûs Emre dibêje ger em parve bikin em ê têr bibin, lê eger em parçe bibin em ê nemînin. Me destnîşan kir ku em hemû rengên Tirkiyê li ser heman sifreyê bînin cem hev. Ev sifre sifreya Halîl Îbrahîm e. Me li ser nexşerêya derbasbûna sîstema parlemanî ya bihêztir li hev kir. Di dema derbasbûna sîstema parlamenteriyê de, serokên partiyên din wê bibin cîgirê serokomar.”