Tifaqa Milet a opozîsyona Tirkiyê protokola hilbijartinê radestî YSKê kir
PeyamaKurd – Tifaqa Milet a 6 partiyên opozîsyona Tirkiyeyê ku Partiya Komarî ya Gel (CHP) pêşengtiya wê dike, protokola awayê beşdarbûna hilbijartinên 14ê Gulanê radestî Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) kir.
Li gorî protokola ku radestî YSKê hatiye kirin, CHP û IYI Partî bi nav û logoyên xwe beşdarî hilbijartinan dibin. Herwiha di protokolê de hatiye destnîşankirin ku 4 partiyên tifaqê yên DEVA, Gelecek, Saadet û Partiya Demokrat jî bi lîsteya CHPê dikevin hilbijartinan.
Cîgirê Serokê CHPê Muharrem Erkek piştî radestkirina protokola hilbijartinê ragihand , li gorî protokolê 2 partî bi logo û lîsteyên xwe, 4 partî jî bi lîsteya CHPê dikevin hilbijartinên parlamentoyê û namzedê wan ê serokomariyê jî Kemal Kilicdaroglu ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin