Kiliçdaroglu: Wê Serokomarê nû yê Tirkiyê namzedê ‘Tifaqa Milet’ be!

31 August 2022 20:28 0 dîtin
Kiliçdaroglu: Wê Serokomarê nû yê Tirkiyê namzedê ‘Tifaqa Milet’ be!

PeyamaKurd – Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê ye, ev demek e piştî ku parlamento ketiye betlaneyê her hefte li bajarekî civînên koma partiyê li dar dixe.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di civîna îro 31ê Tebaxê ya li navçeya Bafra ya bajarê Samsûn ê Tirkiyê de, li ser rojevê gotarek pêşkeş kir û li ser navê 600 kesan, rozet bi 11 kesên bûne endamên CHPê ve kir.

Kiliçdaroglu di axaftina xwe de diyar kir ku ew talibê afirandina keşûhewayeke nû ye bo Tirkiyê ku ew jî dûrî pevçûnan û wê têkoşîna bo aştî û bihevrebûnê be.

Di axaftina xwe de Kiliçdaroglu li ser 6 partiyên ji bo têkbirina AKPê di hilbijartinan de, bihevre tevdigerin û namezdê serokomariyê yê wan partiyan jî got: “Hilweşîna maseya 6 partiyan çîrokeke medya nêzîkî deshilatdariyê ye. Dibêjin çima namzedê xwe yê serokomariya eşkere nakin. Em pêşî li ser mijarên din hevnêrîn dibin. Em ê piştre namzedê xwe jî hilbijêrin û ji raya giştî re eşkere bikin. Wê namzedê Tifaqa Milet bibe serokomarê 13emîn ê Tirkiyê.”