MAK: Bi pistgiriya HDPê re Tifaqa Milet bi hêsanî…
PeyamaKurd- Ji bo hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de ango 21 rojên din li bajarên bakur û Tirkiyeyê bên kirin, Kompaniya Lêkolînê ya MAKê, rewşa dawî ji bo raya giştî parve kir û di vê rapirsiyê de rista piştgiriya HDPê jî hat eşkerekirin.
Serokê Kompaniya Lêkolînê ya MAKê Mehmet Alî Kulat, di rapirsiya dawî de rewşa heyî eşkere kir.
Kulat, di ketina 3 hefteyên dawî ya pêvajoya hilbijartinê de got ku bi taybetî di meha dawî de ferqa puanan di navbera herdu namzedan de kêm bûye.
Mehmet Alî Kulat di dewama agahiyên xwe de got,
"Dema ku em dikevin 3 hefteyên dawîn, ez heta niha ne tenê ji bo kompaniya xwe xwe diaxivim, ev heyamek bû ku hemû kompanî li ser daneyên netemam dixebitin. Hevbendî û lîste ne diyar bûn. Heger em bibêjin ji rojên ku lîste hatin eşkerekirin, em rastî wêneyekî wiha tên: Birêz Kiliçdaroglu, di 3 hefteyên dawî de 3 puan ji Birêz Erdogan pêştir e.
Wekî Kompaniya MAKê, heta niha me ev yek gelek cuda nedîtiye; ango dema piştgiriya HDPê ya ji bo Tifaqa Milet bi giştî were nirxandin, li Meclîsê piraniya jimarî bi hêsanî tê bidestxistin.
Lê bi taybetî di meha dawî de ferqa di navbera tifaqên Cûmhûr û Milet de dest pê kiribû, kêm bûye. Di vê çarçoveyê de lêkolîna piştî roja duşemê, dê encamên cidîtir û rasttir derxe holê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin