Rapirsî: Tifaqa Milet, bêyî HDPê bi ser nakeve
PeyamaKurd- Kompaniya Rapirsiyê ya MetroPOLLê, rapirsiya dawî ya li ser hilbijartinên sala bê yên Tirkiyeyê, parve kir. Li gorî rapirsiyê, Tifaqa Milet a ku ji partiyên opozîsyona Tirkiyeyê pêk tê, bêyî dengên HDPê, bi ser nakeve.
Rapirsiya ji aliyê Kompaniya MeroPOLLê ve hat kirin, ji aliyê damezirîner û rêveberê MetroPOLLê Ozer Sencar ve li ser hesabê medyaya civakî hat parvekirin.
Di rapirsiya ku li ser gera yekemîn a hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ya pir-namzed hatiye kirin de ev pirs hatine pirsîn:
Heger di hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ya gera yekemîn de namzed Recep Tayip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Mansur Yavaş û yek ji HDPê be, tu yê dengê xwe bidî kê?
Li gorî bersivên ku li ser vê pirsê hatine dayîn, dema rêjeya dengên Tifaqa Milet dicivin, nikarin dengên ji bo Erdogan derbas bikin. Di encama vê rapirsiyê de jî ev rêje derket:
Recep Tayip Erdogan ji %42, Kemal Kiliçdaroğlu ji % 23, Mansur Yavaş ji % 17, namzedê HDPê ji % 12 deng girtine.
Kesên ku li hember vê pirsê bê biryar mane, ji %2,3 ne. Dengên protestoyê ji % 2,0 in û kesên ku bersiva pirsê jî nedane ji %1,9 in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin