Rapirsî: Tifaqa Milet, ket pêsiya Tifaqa Komarê
PeyamaKurd- Di rapirsiya dawî ya li ser hilbijartinên Tirkiyeyê ya Lêkolîna ORCê de derket ku Tifaqa Komarê ya ji Ak Partî û MHPê pêk tê, li peyî Tifaqa Milet a partiyên opozîsyona Tirkiyeyê maye.
Li gorî encamên rapirsiyê, Tifaqa Milet bi 4,7 puanan ketiye pêşiya Tifaqa Komarê. Di dewama rapirsiya ORCê de tê diyarkirin ku Ak Partî bi vî awayî li ser dengan ji %30 paşve çûye û CHP jî ji %24 zêde bûye.
Li ser rapirsiyê hat diyarkirin ku ev lêkolîn di navbera 1 û 4ê Mijdarê de li 41 bajaran hatiye rêvebirin û bi 3 hezar û 420 kesan re rû bi rû hevdîtin hatine kirin.
Belavbûna dengan a navbera partiyan jî bi vî awayî hat parvekirin:
AK Partî: Ji % 30,4
CHP: Ji % 24
Partiya ÎYÎ: Ji %17,6
HDP: Ji % 7,2
MHP: Ji %6,5
Partiya Gelecekê: Ji %2,6
Partiya DEVAyê: Ji % 2,5
TDP: Ji % 2,1
BTP: Ji % 1,9
Partiyên din: Ji % 1,5

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin