Rapirsî: Tifaqa Milet, li pêsiya Tifaqa Komarê ye

28 February 2023 18:00 0 dîtin
Rapirsî: Tifaqa Milet, li pêsiya Tifaqa Komarê ye

PeyamaKurd- Li gorî rapirsiya dawî ya hilbijartinên meha sibatê ya Lêkolîna Aksoyê, rêjeya dengên AK Partiyê, di 2 mehên dawî de ji %  2,4 kêm bûye û Tifaqa Milet ku bi 4,4 puanan li pêşiya Tifaqa Komarê bû, nêrîna ku dê opozîsyon di hilbijartinê de bi ser bikeve dîsa bi rêjeya ji % 51,9 bi pêş ket.

Lêkolîna Aksoy encamên 'Lêpirsîna Sibatê ya Çavdêrê Tirkiyeyê' bi raya giştî re parve kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, lêkolîn li 26 parêzgehan bi 1537 nimûneyan ji % 95 navbera pêbaweriyê hat kirin. Rêjeya xeletiya lêkolînê ji % 2,5 hat diyarkirin.

Di rapirsiya hilbijartinê ya Lêkolîna Aksoyê de ji beşdaran hat pirsîn, "Gelo heger vê yekşemê hilbijartina parlamentoyê çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiyê?" 

Li gorî bersivên beşdaran, rêjeya dengên partiyan wiha hatin ragihandin:

AK Partî: Ji % 32,1

CHP: Ji % 27,3

IYI Partî: Ji %13,6

HDP: Ji % 12

MHP: Ji % 6,8

DEVA: Ji % 0,9

Partiya Saadetê: Ji % 0,8

Partiya Gelecekê: Ji % 0,7

Yên din: ji % 5,8

Ertan Aksoy, encamên lêkolînê nirxand û got, “Ji ber ku zêdebûna ku AK Partiyê di çaryeka dawîn a 2022yan de bi dest xistiye rawestiyaye, ji kanûnê û bi vir ve AK Partî 2,4 puan kêm bûye. Di heman demê de MHPê 0,5 puan wenda kirine. 

Li gorî rapirsiya meha sibatê, Tifaqa Milet ji % 4,4 li pêşiya Tifaqa Komarê ye. Dîsa ji ber meyila bilind a hilbijêrên HDPê yên ku dengên xwe didin namzetên potansiyel ên opozîsyonê, ferqeke girîng çêkir. Yek ji encamên girîng ên lêkolînê jî ev e ku raya hilbijêran ku dê di hilbijartinên pêş de muxalefet bi ser bikeve bi rêjeya ji sedî 51.9 dîsa bûye piranî. Bi kurtasî, opozîsyonê di meha sibatê de xwe ber bi hev bir.”