RAPIRSÎ | Rêjeya dengên Tifaqa Milet ji ya Cumhurê derbas kir…

07 October 2021 14:28 0 dîtin
RAPIRSÎ | Rêjeya dengên Tifaqa Milet ji ya Cumhurê derbas kir…

PeyamaKurd - Kompaniya rapirsîn û lêkolînên civakî KONDA ya li Tirkiyê, encamên rapirsîya bo hilbijartinan ya meha Îlona 2021ê eşkere kir.

Li gorî encamên rapirsîyê rêjeya dengên AKPê di meha Îlonê de ji %36.1 daketiye %32.7an û bi vî awayî rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ya AKP û MHPê li gorî rapirsiyên berê 3 pûanan kêm bûye.

Di rapirsiyê de rêjeya dengên partiyên opozîsyonê yên Tifaqa Milet ên ji CHP û ÎYÎPê pêk tê  jî bilind bûye û rêjeya dengên Tifaqa Milet gihîştiye %44.1ê.

Herwiha li gorî encamên vê rapirsiyê dengên HDPê jî li gorî meha Tîrmehê ku %11.2 bû zêde bûne û rêjeya wê gihîştiye %11.7an.

Rêjeya dengên CHPê jî %25.6 daketiye %24.8an. Rêjeya dengên ÎYÎ Partiyê ji %15.7an bo %19.3 bilind bûye. Bi giştî rêjeya dengên Tifaqa Millet gehiştiye %44.1.