RAPIRSÎN | Rêjeya dengên Tifaqa Millet rêjeya dengên Tifaqa Cumhur derbas kir

24 January 2022 14:01 0 dîtin
RAPIRSÎN | Rêjeya dengên Tifaqa Millet rêjeya dengên Tifaqa Cumhur derbas kir

PeyamaKurd Kompanyaya Rapirsiya MAKê, encamên rapirsiya xwe ya di meha Çile de eşkere kir û Tifaqa Millet di rapirsiyê de, bi rêjeya 39,5a Tifaqa Cumhur derbas dike.  

Li gor rapirsiya MAKê, rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %39,5 in û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê %39,1 in.

Li gor encaman dengên partiyan wiha ne:

AKP: %31.9

CHP: %24.4

ÎYÎ Partî: %15.1

HDP: %9.3

MHP: %7.2

Partiya DEVA: %3.4

Partiya Pêşerojê: %2.6

Seadet: %1.3

HUDA PAR: %0.9

Yên din: %3

Herwiha li gor beşdarvanan, pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê: “Aborî, bihabûn û bêkarî”, “Edalet”, “Rewişt” û “Perwerde” ye.

Serokê Kompaniya Rapirsiya MAKê Mehmet Ali Kulat da zanîn, bihabûnê dengên AKPê kêm kirine û got: “Piştî serê salê bihabûnên ku çavkaniyên wan dewlet in, çêbûn. Benzîn, elektrîk û gaz rasterast ji aliyê dewletê ve hat zêdekirin. Vê bihabûnê dengên AKPê kêm kirin. Pêştir dengdêrên AKPê diçûn MHPê. Niha diçin ji Tifaqa Millet re. Diçin ji ÎYÎ Partî, Partiya DEVA û Partiya Pêşerojê re.”