RAPIRSÎ I Rêjeya dengên Tifaqa Milet 3,7 pûan li Tifa Cûmhûr zêde kir

13 February 2022 23:07 0 dîtin
RAPIRSÎ I Rêjeya dengên Tifaqa Milet 3,7 pûan li Tifa Cûmhûr zêde kir

PeyamaKurd - Li gorî rapirsiyeke dawî ya li Tirkiyê hatiye kirin, ferqa di navbera rêjeya dengên Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur de zêdetir bûye.

Serokê Kompanya Lêkolînên MetroPOLLê Ozer Sencar, encamên rapirsiya di navbera rojên 8-12 Çileyê de, li 28 bajaran û beşdariya hezar û 508 kesan hatiye kirin, eşkere kir.

Di encama rapirsiyê de rêjeya dengên Tifaqa Millet ya CHP serkêşiya wê dike %43,7 derketiye û dengên Tifaqa Cumhur ya partiya deshilatdar AKP pêşengiya wê dike jî %40 derketiye.

Li gorî van encaman Tifaqa Milet 3,7 pûan li Tifaqa Cûmhûr zêde kiriye.

Di rapirsiyê de ji %6ê kesên bê biryar gotin, heger em dengê xwe bikar bînin û em ê dengê xwe bidin Tifaqa Millet û dengên Tifaqa Millet dibe %49,7 û ji %2,1ê kesên bê biryar jî gotine, heger em dengê xwe bikar bînin û ew ê dengê xwe bidin Tifaqa Cumhur û dengên Tifaqa Cumhur jî bi wî awayê dibe %42,1.

Ozer Sencar herwiha gotiye, wê bihabûnên enerjiyê ku di meha Çileyê de hatine kirin bandoreke xirab li ser dengên Tifaqa Cumhur bike ku wê di rapirsiya meha Sibatê de ew jî eşkere bibe.