Ji Tifaqa Milet a bêyî Aksener daxuyaniya hevbes: Em ê dewam bikin!
PeyamaKurd - Tifaqa Milet a opozîsyona Tirkiyeyê piştî vekişîna ji maseyê ya Seroka İYİPê Meral Akşener, bi beşdariya 5 serokên partiyan civiya û piştî civîna 4.5 saetan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku ew dê di rêya xwe de berdewam bin. Akşener piştî ku 5 partiyan ji bo namzediya serokomariyê li ser navê Kemal Kilicdaroglu li hev kiribû, ji Tifaqa Milet û maseya 6 partiyan vekişîna xwe ragihandibû.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemaê Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Demokratê Gultekîn Uysal, Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku ew ê roja Duşemê 6ê Adarê careke din li navenda Partiya Seadetê bicivîn û namzedê xwe yê serokomariyê yê Tifaqa Milet jî eşkere bikin.
Di daxuyaniya her pênc partiyên opozîsyonê de hatiye gotin: “Weke Tifaq Milet, em îro bi mazûvaniya Partiya Saetê hatin cem hev. Masaya me ya ku hemû beşên civaka welatê me tê de bi berfirehî tê temsîlkirin û ji aliyê gelê me bi xwe ve hatiye danîn, îro jî bi heman rêbazê ku di roja ewil de hatiye avakirin, dê xebatên xwe bidomîne.”
5 partiyên navborî diyar kir: “Ji roja destpêkê ve em pêvajoyek bi hizir, şêwir û lihevhatinek hevpar dimeşînin. Bi hişmendiya ku em di berbanga serdemek nû de ne; Em dê hêviyê li van xakan ji nû ve geş bikin û bi hev re li welatê xwe yê bedew, şert û mercên jiyanê yên li gorî rûmeta mirovahiyê, ava bikin. Em bi biryar in ku bêyî ku bi duh û îro re asê bimînin, Tirkiyeya siberojê ava bikin û vejînin! Em dê bêyî ku tu kesî ji nava 85 milyon gelê xwe bihêlin, dilê û baweriya kesî bişkînin, dê li ser rêya xwe berdewam bin.
Armanca me ev e; Serkeftineke bê aliyekî winda bike ye. Di vê çarçoveyê de; Weke ku me di civîna xwe ya berê de jî biryar dabû, emê di 6ê Adarê roja duşemê bi mazûvaniya Partiya Saetê careke din bicivin û namzedê xwe yê Serokomariyê yê hevpar û nexşerêya pêvajoya derbasbûnê bi raya giştî re parve bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin