Bloomberg: Heger Tifaqa Milet bi ser bikeve…
PeyamaKurd- Bloomberg a ku yek ji weşanên girîng ên fînansê yên Amerîkayê ye, îdia kir ku heger di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê de Tifaqa Milet bi ser bikeve, ew ê Wezîrê Aboriyê yê nû, ji ÎYÎ Partiyê Bîlge Yilmaz be.
Îdîaya hilbijartinê ya Bloombergê, lobiya Enqereyê hejand. Di guftûgoyên ku dihatin kirin de dihat gotin ku heger Tifaqa Milet di hilbijartinan de bi ser bikeve dê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan bibe Wezîrê Aboriyê. Îro jî çapemeniya Amerîkayê, îdîayek bi temamî cuda peşkeş kir.
Di nûçeya ku hat belavkirin de hat îdiakirin ku Tifaqa Milet xwe amade dike ku heke Erdogan di hilbijartinan de têk biçe, endamê ÎYÎ Partiyê Bîlge Yilmaz dê wekî Wezîrê Aboriyê yê nû tayîn bike.
Her wiha hat dîtin ku Bîlge Yilmaz, nûçeya rojnameya Bloombergê, li ser hesabê xwe yê Twitterê retweet kir.
Prof. Dr. Bîlge Yilmaz, li Zanîngeha Bogaziçiyê ya Stenbolê perwerdehiya xwe temam kiriye û piştî endezyariya elektrîk-elektronîkê û beşên fizîkê, li Zanîngeha Princetonê dest bi doktorayê kiriye.
Bilge Yilmaz, di 2021ê de li ÎYÎ Partiyê wekî Serokê Polîtîkayên Aboriyê dest bi kar kir û li Wharton Schoolê, profesoriya fînansê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin