Bakirhan bangewazî li deshilatdarî û opozîsyona Tirkiyê ki
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan, îro 21ê Adarê di ahenga Newrozê ya Diyarbekirê de banga bidawîanîna operasyonan û pêkanîna aştiyê li hikûmeta AK Partiyê kir.
Bakirhan bi bangewaziyan dawî li axaftina xwe anî û got, “Banga me ya yekem li dewletê û deshilatdariyê ye... Em wan vedixwînin ku demildest li şûna şer, tifaqa Kurd û Tirk a demokratîk nûjen bikin.”
Di berdewamê de jî Bakirhan, banga berzkirina têkoşîna demokrasiyê di nav civakê de kir û herwiha bang li parlamentoyê jî kir, zimanê Kurdî nas bikin û dest ji siyaseta xwe ya ku Kurdistanê wekî ‘terorîstan’ bi nav dikin jî berdin.
Herwiha Bakirhan bang li opozîsyona Tirkiyê jî kir ku di pirsa Kurd de bi wêrekî tevbigerin û ji bo çareseriyê xwedîtiyê lê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin