Berdevkê AK Partiyê ji bo lihevkirin û hevdîtina bi Esed re Pûtîn îsaret kir
PeyamaKurd – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, piştî civîna Desteya Birêveberiya partiyê derbarê rojevê de daxuyanî dan.
Berdevkê AK Partiyê Çelîk, li ser mijara asayîbûna bi Sûriyê re û lihevkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed bal kişand ser navbeynkariya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û wiha axivî:
"Îradeyeke Pûtîn heye. Li ser vê dosyeyê xebat didomin. Saziyên îstixbarî dem demî dicivin. Piştî ku dosye were asta siyasî û ji aliyê wezîrên derve ve çarçoveyek jê re bê danîn, wê pêşkeşî serokomarê me û serokê Sûriyê bê kirin û dîroka wê bê diyarkirin.”
Omer Çelîk, li ser daxuyaniyên Serokê CHPê Ozgur Ozel ên derbarê çareserkirina pirsa Kurd de jî got ku ew daxuyaniyeke dereng mayî ye û diyar kir ku di serî de vekirina kanala TRTê ya Kurdî wan ji bo rakirina gelek qedexeyan gav avêtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin