Berdevkê APIKURê: Ziyana Iraqê 17 milyar dolar e
PeyamaKurd – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins ragihand ku heta niha ti nîşanek li ser destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bo Iraqê ku 17 milyar dolar hatiye şandin, nemaye.
Di daxuyaniya xwe ya doh de, Berdevkê APIKURê Caggins ji K24ê re diyar kiriye ku di civîna roja yekşema borî ya li Bexdayê de, nûnerên kompaniyên navdewletî û wezîrê samanên siruştî jî amade bûn û weke her carê APIKUR daxwaza van hevdîtinan kir.
Berdevkê APIKURê diyar kir ku ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê 17 milyar dolar zirar daye Iraqê û got, “Şîrketên petrolê jî ziyan dîtine, ev yek ne rewşeke baş e. Me çaverê dikir ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê beşdarî danûstandinên destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bibe."
Myles Caggins balkişand li ser wê yekê ku rêyeke dirêj li pêşiya rêkeftinê û hinartina nefta Kurdistanê heye û got, hinartina petrolê veberhênaneke gelek cidî ye. Divê di danûstandinan de planek ji bo bidestxistina armancan hebe. Em dixwazin di hevdîtinên pêş de bi awayekî cidî li ser vê mijarê nîqaş bikin."
“Piştî rawestandina petrola Kurdistanê, her kompanî dikare biryarê bide ku çi bike. Divê Bexda derfetê bide me ku em li ser çareseriyan gotûbêj bikin.” Myles Caggins tekez kir ku wan Wezareta Petrolê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Iraqê agahdar kirine ku dixwazin hinartina petrola Kurdistanê ji nû ve destpê bikin.
Myles Caggins got ku "Rêberên Iraqî rêzê li gelê Herêma Kurdistanê nagirin. Ew kesên ku hikûmeta Iraqê kontrol dikin, normal dibînin ku gelê Herêma Kurdistanê ji vê rewşa aborî zirarê bibîne."
Berdevkê APIKUR Caggins bal kişand ser wê yekê ku kompaniyên navdewletî yên petrolê dixwazin li Herêma Kurdistanê aborîyeke bihêz hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin