Berdevkê APIKURê: Tesbîtkirina mîqdarê petrola ku tê hilberandin cihê nîqasê ye
PeyamaKurd – Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins ragihand, eger şert û mercên wan pêk bên, ew amade ne ku hinartina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin û daxwaza rêkeftineke zelal û dadmend dikin ku garantiya dayîna deynên berê bike.
Berdevkê APIKURê Myles Caggins îro pênşemî 06.03.2025 ji K24ê re ragihand, wan di civîna sêalî ya li Bexdayê de, daxwaz û mercên xwe yên derbarê hinartina petrolê de bi zelalî anîne ziman.
Caggins diyar kir ku destnîşankirina desteya şêwirmendiyê ji bo nirxandin û diyarkirina rêjeya derxistina petrolê mijareke cihê nakokiyê ye û tekez kir, ku ew dixwazin bizanin kengê karê komîtê dê dest pê bike û bi dawî bibe û li gorî kîjan pîvanan biryaran bide.
Berdevkê APIKURê bal kişand ser wê yekê ku ew ê çend civînan li dar bixin û tê de mijara hinardekirina petrolê bê gotûbêjkirin û got, ew daxwaza rêkeftineke zelal û dadmend dikin ku garantiya dayîna deynên berê ye.
Caggins diyar kir, "Em ji şirketên petrolê temînatên nivîskî dixwazin û em li bendê ne ku lêçûna hilberîna nefta ku SOMO difroşe rasterast bi drav bidin me" û zanîn ku ger şert û merc pêk werin ew amade ne ku hinardekirina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin