Berdevkê APIKURê: Em nikarin hilberîna petrolê berdewam bikin

13 November 2023 14:22 0 dîtin
Berdevkê APIKURê: Em nikarin hilberîna petrolê berdewam bikin

PeyamaKurd - Berdevkê APIKURê Myles Caggins ragihandiye ku heta Îraq û Herêma Kurdistanê mafên darayî yên şirketan dabîn nekin, ew hilberîna petrola nakin.

Hilberîna nîvê petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê APIKURê ve kirin.

Herwiha di bin banê APIKURê de çend heb şirketên petrolê hene û ew şirket dixwaze mafên şirketan ên darayî werin misogerkirin.

Myles Caggins da zanîn ku dê Wezîrê Petrolê yê Îraqê, li Hewlêrê hevdînên girîng pêk bîne û got:

“Dê di navbera Wezîrê Petrolê yê Îraqê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevdîtinên girîng dê pêk werin. Ev nîşaneyeke erênî ye.

Em hêvî dikin ku her du alî ji bo şirketên endamên APIKURê li ser budceyeke taybet li hev bikin.

Li aliyê din, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser hinartina Petrola Kurdistanê, li Hewlêrê ye.

Heyan Ebdulxenî detsnîşan kir ku ew dixwazin pirsgirêka hinartina petrolê were çareserkirin û ew bigihin rêkeftinekê.

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adarê veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.