Berdevkê APIKURê: Divê Hewlêr-Bexda li ser girêbestên nû li hev bikin

22 August 2024 11:05 0 dîtin
Berdevkê APIKURê: Divê Hewlêr-Bexda li ser girêbestên nû li hev bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins diyar kir ku hinartina petrolê ji nû ve destpê nekiriye ji ber ku heta niha li ser girêbestên petrolê nakokî hene û got, ji ber rawestandina hinardekirina petrolê ji Kurdistanê 19 milyar dolar zirar daye Iraqê.

Caggins her wiha got, “Dema Sûdanî (Serokwezîrê Iraqê) û Biden (Serokê Amerîkayê) civiyan, tekezî li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê kirin. Niha ji ber rawestandina hinartina petrola Kurdistanê, Iraq 19 milyar dolar zirar dîtiye.”

Caggins diyar kir ku tê çaverêkirin ku Bexda gavên pratîkî ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bavêje û ji Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulganî jî hatiye xwestin ku serdana Amerîkayê bike. Caggins got: “APIKUR û şîrketên petrolê wê bi hevalên xwe yên di rêveberiya Biden re ji bo ji nû ve hinardekirina petrolê ji herêmê re hevdîtin bikin, eger Wezîrê Petrolê yê Iraqê serdana Amerîkayê bike.”

 “Divê Hewlêr-Bexda li ser peymanên nû li hev bikin”

Caggins berdewam kir:

“Tirkiyê gelek caran gotiye ku boriya petrolê ji Herêma Kurdistanê re amade ye. Lê belê lêçûna berhemanîna petrolê ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye diyarkirin, bûye pirsgirêk û çareser nabe û di girêbestan de nakokî derketin.

Çareserî peymanên nû û ev peyman bi nêzîkatiyeke zelal in. Divê hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê li ser “peymanên nû” li hev bikin.”

Myles Caggins diyar kir ku ji ber ku hin lihevkirinên di derbarê budçeya Iraqê de hene, hîna hinardekirinê destpê nekiriye, Myles Caggins diyar kir ku heta niha tazmînat nehatiye danîn li ser kaxizê û ji aliyê Wezareta Petrolê ya Iraqê ve nehatiye lêkolînkirin.

Myles Caggins diyar kir ku Amerîka bi berdewamî li gel hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê di pêwendiyê de ye, da ku di zûtirîn demê de çareseriyek derbarê destpêkirina hinartina petrolê de were çareserkirin. Herwiha got, ew li bendê ne ku Bexda bi zelalî pênaseyekê bide û binere dê çi guhertin di girêbestên ligel kompanyayên petrolê de bin.