Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Em ji pevçûnên li Sûriyê nîgeran in

27 September 2023 11:58 0 dîtin
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî: Em ji pevçûnên li Sûriyê nîgeran in

PeyamaKurd – Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric diyar kir, ew ji ber nakokiyên di navbera milîsên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi fikar in.

Dujarric di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftane de li New Yorkê bersiva pirsan da û diyar kir, aloziya berdewam li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê herêm ber bi kaoseke din ve kişandiye.

Dujarric got: "Em gelekî nîgeran in ji tundûtûjiya li vê beşa Sûriyê, ku jiyana sivîlên bi salan rastî tundiyê tên û bûye sedema rewşeke mirovî ya dijwar."