Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser hilbijartinên Iraqê daxuyaniyek belav kir

28 August 2021 16:57 0 dîtin
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser hilbijartinên Iraqê daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed li ser hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Bi dîtina hest bi berpirsyartî û bi xemê ve hebûna me ya di seqamgirî û aloztir nebûna rewşa Iraqê û ji bo ketina ser rêyekî rast û tendurist proseya siyasî ber bi rêyeke çareser kirina pirsgirêkên ku mezin bûne, me berî du heftiyan peyamekî fermî de daxwaz ji birêz Tevgera Sedr û çend aliyên din kir ku biryara beşdar nebûna proseya hilbijartina encûmena nûnerên Iraqê berçav re derbas bikin û di vê proseyê de beşdarî bikin, ku hemû aliyek giraniya rastkirin û çaksazî û çareseriya pirsgirêkên Iraqê bigre ser milê xwe.

Diyare piştî pêdeçûn û li berçav girtina berjewendiyên giştî birê Seyid Muqteda Sedr ragihand ku wek Tevgera Sedr dê beşdarî proseya helbijartinên encûmena nûneran bibin. Ev biryar dê xizmetê bigihîne berjewendiyên giştî û dê bi awayekî aramtir prose birêve biçe. Ji ber wê em dubare daxwaz ji hemû wan partî û pêkhateyên siyasî û kesayetên din dikin ku biryara beşdar nebûn û paşvekêşana xwe ya ji proseya hilbijartinê li berçav derbas bikin û em wan han didin ji bo beşdarbûna li proseyê di berjewendiya giştî ya Iraqê tevgerin.

Mehmûd Mihemed

Berdevkê PDKê

28.08.2021